Mirov hene dibin serbilindahî, bahweriya bi xwe, xwurtî û piþtqewînî ji bo neteweyên xwe, mirovayetiya serdemê û cîl û nifþên piþtî xwe.
Mirovên baþ, rewþenbîrên hêja û kesayetiyên di xizmeta zanyarî û qenciyê de, zû bi zû jibîra nabin û çendî sal û dehsal derbas dibin ew jî ewçendî neteweyîtir, tevayîtir û gerdûnîtir dibin.
Kurdsitan ne pir be jî, bûye dayik û pîrika mirovên birûmet, þophêner, navdar û xwedîgotin.
Li welatê me kesê ku navê Cegerxwîn nebihîstibe, ji nêzîk an ji dûr ve Cegerxwîn nas neke bi taybetî li Baþûrêrojava û li Bakur kêm in.
Wê di bîra beþek ji xwendevanan jî de bê, 22 ê meha Kewçêrê sala 1984 an roja wefata Seydayê Cegerxwîn e. Ka em jî bi vê minasebetê di çend peregrafan de wî bibîr bînin, çavekî bavêjin gundê wî Hesarê, herêma Heskîfê û hinekê jî faktorên ew afirandine bi xwendevanan re sohbet bikin.
Hesar gundê rewþenbîrê me Cegerwîn e. Þair û nivîskarê hêja li Hesarê çavên xwe vekirine. Gund dikeve navbera Kercos û Hesenkêfê.
Li herêma Mêrdînê gundê Hesarê bi qasî qezayên li vir tê naskirin. Kesên ji Mêrdînê tên vê zanin. Sebeb jî ne bi tenê ew e ku Hesar bi Cegerxwîn navdar û popûler bûye. Ev heye helbet. Belê sebebeke din jî heye. Ew jî ev e:
Demeke dirêj das û qeynaxên paleya bi hezaran kes, palên bireka Mêrdînê û heta bi sedan gundên Baþûrêrojava li seranserê Cizîrê li Hesarê çêdibûn, ji destên hosteyên li vir derdiketin û þeqil û navê wê hildigirtin.
Li herêma binavkirî, berî derase têkevin herêmê, havînan wextê paleya ceh û genim tu bi ku de biçûya, tu têketa nav kîjan erdî û te berê xwe bida bin konê kîjan paleyan, te dê teqez das û qeynaxên hesarî di destên paleyan de bidîtina.
Paleyên ji xwe piþtrast û çavziwa ku bûne efsaneyên dîroka paleyiyê wek Hemo Pale û Ehmed Þemrî ku zemanekî navdarbûn, xortên germ û nûhatî ku baq dihûnandin, di ser serên xwe re davêtin û baqên wan xerab nedibûn, li ser qûna xwe diketin, sermelik û hogên baqê xwe lê dixistin û diþandin malê; heta li mal dikutan, dihêrtin, dikirin ard û hevîr, piþtre bi tenûrê vedidan , dikirin nan û dawî ev nan ji paleyên xwedîbaq û baqlêxistî re dianîn, hê nû radibûn, hê nû piþta xwe rast dikirin û nanê xwe dixwarrin, giþ di destên wan de das û qeynaxên Hesarê hebûn.
Paleyên li dora genim dibûn çerxeçî û bi tatikî lê dixistin, paleyên zeviyên ne serî nebinî hebû di nav çend rojan de li erdê radixistin, çek û zirxê wan bi tenê ev aletên hesarî bûn.
Navendeke navdar Heskîf:
Hesar dikeve erda Heskîfê û ji awura dîrokî û sosylojîk jî perçeyek ji vir e. Heskîf navendek ji navdartirîn navendên Mezepotamyayê ye û ji awura kulturî, dîrokî û wêjeyî ve têra xwe dewlemend e.
Xizmet û suxra vê navendê ji bo mirovayetiyê bêpîvan e. Li vir, li Heskîfê gelek kultur û hejmarek rûbarên kulturî û etnîsîteyî pêrgî hev bûne û di nav av û þetekî mestir de ketina nav hev, hev gurrtir û bihêztir kirine û ber bi çar aliyên Mezepotamya û Rojhilata navîn de pijiqîne.
Gelek ji xelk û bapîrên komik û neteweyên îro, hev û din li Mezepotamyayê, li navendên mîna Heskîfê naskirin e, qetabên xwe li hev xistine û her yekî ji wan ji bo me rengek, tehm û zewqek hiþtiye, bûye gul û sosinek di vê derya bêser û bêbinî de.
Berhem û eserên dîrokî, birc û sera, eywan û pirên kevnar, keleh û bedenên zemanên derbasbûyî, þop û dewsên hejmarek xelk, ziman û folklor hildigrin û her yek ji wan rêzek e, di vê avahiya kevnar, mermerî û entîke de.
Di avakirin û parastina van berheman de xwêdana kurdan asûrî-suryaniyan, kildanî û ermeniyan û pir etnîsîteyên din heye. Û bê goman Heskîf bajarek ji bajarên helî kevin e li Kurdistanê.
Ev bajar ji zemanê Roma û Bîzansan û bi vir de, di zemanê Merwanî û Eyûbiyan de, tim bûye navendeke îdarî û rola xwe lîstiye.
Cegerxwîn li vê deverê, di nav vê kelepor, dîrok, kultur û mozaîka reng û damaran de çavên xwe li jiyanê vedike, dor û berên xwe nas dike, xwe dibîne.
Dara Cegerxîn di bin bandora vê rastî û xweseriya hesenkêfî û mezepotamyayî de, di nav salên zemên de bejn dide, stûr û xwegîr dibe.
Kesayetî û rewþenbîriya Cegerxwîn hesenkêfî û mezepotamyayî ye. Ji wan fiþik bûye û ji vir bixwedî bûye.
Malbatên koçkirî zêdetir niþmî ne:
Faktor, havên û hevîrtirþekî din ku di mesela hevîrê Seyda de xwedîgotin e, her çendî ne diyar û nependî ye jî, ew jî pêþiyên Cegerxwîn in, bav û kalên wî ne.
Pêþiyên Cegerxwîn ji jortir daketine. Li gora gotina Osman Sebrî, bapîr û dapîrên Cegerxwîn berî bi çend bavikan ji Gurdilê xwe berdane Hesarê.
Dîroka sosyolojî û zanyariya civakî ne carekê, belê bi caran ne bi nimûneyekê û du-sê nimûneyan, belê bi dehan nimûneyan û ew jî ne bi tenê ji heyam û bedêlekê belê ji qirn û sedsalên corecor û vir de, peyitandiye ku malbatên koçber dibin, ji ax û avên xwe diqetin, ji sebebekê ji sebeban cihên xwe dugherin, ji dora xwe hinekî hesastir û niþmîtir in.
Malbatên wuha xwedîserpêhatî û zaneþitexalî ne. Bi wens û sohbetxweþ in. Þevbuhêr û wextbuhêr in. Û di jiyana wan de peyv û gotin, behskirina jiyana xwe, çîrok û serpêhatiya xwe, cîhekî mayinde digre, berdewam qedir û buhayê xwe diparêze, pîroziya xwe ji dest nade. Û ev jî dibe zemîn û binaxeyeke objektîf ku ji nav malbat û qebîleyên wuha mirovên nadir û kêmpeyda; dengbêj, hunermend, çîrokbêj, þair, romanivîs û rejîsorên dengpêketî derkevin.
Malbata romanivîsê navdar Yaþar Kemal ji ber Þerê di nav Rûsya û Tirkiye, ji aliyê Wanê bar dike Edenê. Yilmaz Guney jî wuha: Aliyê dê ji dora Mûþê ne û ji aliyê bavê de jî ji dora Siwêrekê ne. Herdû damaran jî yek ji ber þer û ya din ji ber xezaniyê xwe li deþta Yeniceyê digrin û xwe davêjin tor û bextê Edenê. Ez ne þaþ bim û baþ di bala min de mabe rewþa rejîsorê serketî Elia Kazan, nivîskar George Orwell, nivîskar Dido Sotiryo, Selman Ruþdî û gelek kesayetî û hunermendên din jî wuha ye.
Faktorekî sêyemîn ku rasterast û bênîqaþtir Cegerxwîn kiriye Cegerxwîn, salên feqîtiya wî, gera li Kurdistanê, bi baþî û xerabiyên wî, bi zarava û devokên wî û bi muzîk û folklora wî, naskirina gelê Kurd e.
Di van salan de çavên xortê Hesarî vedibin. Ziman, zanebûn û ferhenga wî distewe. Rewþenbîr û alimên Kurd nas dike. Dibe haydarê Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, û Ehmedê Xanî. Xebera wî ji mirovên mîna Nalî, Hecî Qadirê Koyî çêdibe û bi ihtîmaleke mezin dibe aþînayê wan.
Her wuha bivê nevê, kêm ya zêde li ser rewþ û pergala neteweyên cîran; neteweyên Tirk, Ereb, Faris û xelkên din yên li Kurdistanê mîna Ermeniyan jî dibe xwedî pêzanîn.
Xwendina geh li vir û geh li dera han, geh li ber destên vî alimî yan jî alimê din, xwarin, vexwarin û razana geh li vê malê û geh li mala din, xwendina geh li hucra vê mizgeftê û geh li hucra mizgefta din, naskirina eþîr û qebîleyên heralî, li ser malbatê, xizmayetiyê û pirr tiþtên din, li ba Cegerxwîn mefhûm û dîtinên cihê û nû çêdike û di temenekî xort û berî 25 an de, seyda dikeve pêþiya temenê xwe; bîrbir, firehbîn û kûrbîn dibe.
Jiyan û debara bi vî awayî, bêcîh û bêwarî, bi gotineke din jêremalbûna her mala Kurdistanê bi riya feqetiyê, rastiya ku li her dera Kurdistanê dikare bixwe û vexwe, raze û bijî, Cegerxwînê ciwan bêqedar Kurdistanî, neteweyî û welatparêz dike.
Ne dê û bavê wî, xwuþk û birayên wî, belê Kurdistanê û gelê Kurd ew bixwedîkirine, mezinkirine û derxistina cihê ilim û zanînê.
Kesek hebe sipasdariya wî bike, cîhek hebe jê biþêkirîne ew jî gelê wî û welatê wî ne.
Salên Kurdistan parçe dibe, di ser sînga Kurdistanê re sînor derbas dibin, Cegerxwîn hê feqe ye. Carna li vir û carna li dera han e. Bi giþtî Seyda êdî xortekî hiþyar û xwenaskirî ye.
Dibîne çi tê serê kurdan. Bi kirêtî û mirrîtiya bindestiyê dihese. Zilma dagîrker û serdestan dibîne. Perçebûnê, encamên perçebûn bi xwe re tîne dibîne. Çawa gund û bajar dibin dudo, dibin serxet û binxet, çawa Kurd li welatê xwe qeçax, firar û biyanî dibin, giþan dibîne, dijî.
Ev giþ Seyda diponijînin, dixin nav mitale û paxavan. Seyda li ser vê rewþê berî pirr kesan di temenekî ne mezin de difikire, serî û mêjiyê xwe diwestîne, kûr dibe.
Di encama diyarde û rûdawên wuha xwedî bandêr û þop de Cegerxwîn helbestên xwe yên ewil di salên 1923 û 24 an de dihûne.
Cegerxwînê feqe û þagirt, heta berî vê perçebûna welat mîna çûk û bilbilekî azad bû, cihê dilê wî dixwest, dera wî dieciband lê vediniþt, li ser datanî. Digeriya û þîrþîra wî bû.
Sînorên nav Kurdistanê ew xistin qesef û rekehekê û êdî Kurdistan ji destan çûbû, mabû li ber talan û çûrê, nehîb û wêrankirinê.
Kurdistan ji destan çûye, ax axa seyda ye. Ji dil û kezebê dinale, hêrs û kelogirî dibe. Helbestên mîna “ Pemboyê me ye, Belê em Tazî ne”, “ Ka Kurdistana min Ka” dinîvisîne.
Di hundurê Seyda de pêlên qehr û tolhildanê li hev diqulupin. Di hundurê xwe de hew hiltê, erd û ezman wî tehemul nake. Mîna ku di eyarê berêz de be, kabûsek li ser sînga wî rûniþtibe, di qeydên hesinî û polayî de be, mîna tu wî di nava demûþê de bidî û bavêje nav moristanê gêrikan û bi hezaran gêrik li ser laþê wî bixijmijin, bidin lotikan, cirîd û tiradê bikin, bedena wî bidin ber hûrgezan, mîna tu wî bavêje binê zîndaneke bêbinî, reþ û tarî, xwarina wî kerafî û vexwarina wî jî zilindar be... ...
Ne þev lê þev e, ne jî roj lê roje. Kurt û kin êdî Feqe Þêxmûs bûye Cegerxwîn û xemgîn û xemxwurê welatê xwe.
Ya xerab kes li meydanê ne xwiyaye. Kesekî ji vî welatî re xwedîtiyeke baþ, xwedîtiyeke ji dil û can, bihêz û þarezayî bike, karibe qetabên xwe li li yên neyaran bide, berê xwe bide zalim û zordaran, ne diyar e.
Ne begên Kurdan serê xwe bi rewþê re dêþînin, ne alimên oldarî û ne jî dewlemend, xwedanmilk û xanedan.
Rewþenbîr ?!!
Dev ji wan berde, ew bi gotinên Cegerxîn “ bi biskên þê daketine û ne di nav pexav û mitaleya welat de ne”. Belê Þêxmûs dibe Cegerxîn, kezebên wî xwîn digrîn....
Seydayê Cegerxwîn bi dirêjahiya temenê xwe, ji roja ku hiþyar dibe, xwe nas dike û bi vir de, heta roja serê xwe datîne û ji nav gelê xwe koça dawî dike, bi dilxwazî û evîneke mezin, bi giþ hêz û karîna xwe li ser gel û welatê xwe nîvisî û ji bo derdê gel û welatê xwe qêriya, kire hewar û gazî. Bêwestan got û bêsekin biland.
Di piraniya helbest, nivîsandin û lêkolînên Seyda de Kurd û Kurdistan, azadî û serxwebûn, nefret û rika ji bo bindestiyê, raperîn û serhildan dabaþên serekî ne û cewher û naveroka helî berçav in.
Em bi çend rêzan ji helbesteke Cegerxwîn ku ji bo kurê xwe Keyo gotine, tiþtê me xwest em bibêjin biqedînin:
Li dinyayê temaþe ke kurê min
Tu dê paþê binasî, xweþ bibênî
Tu daxwaza dilê min qet nizanî
Heta perdê ji ber xwe hilneyênî
Hemû kes dilbijokê kerþ û toz e
Nikare gewherê paqij derênî
Mirovên zana û hêja li cem me
Wekî cewher di sergo de hilênî
Gelek jar û perîþan û belengaz
Heta dimrî, tenê navek dimênî
Cegerxwîn destê rastî girt û kêþa
Dixwazî ko ji piþt perdê derênî.