Mîrhem Yigit
Dilþêr Bêwar
Alî Huseîn Kerîm
fevzî Ozmen
A.Kadir Ulumaskan

  09 Rezber 2010

Lê Bigere

Pir Xwendin

Wênedank

16 Kewçêr 2008 01:54

Dewlemendiya Zimanê Kurdî

Erê raste, belkî zimanê kurdî hîn jî bi tevayî nebûye zimaneki fermî û bajarî, lê belê bi dîrok û bingên xwe zimanekî gelekî fireh û dewlemend e. Nîþana vê dewlemendîyê jî eve ku li hember qedexe bûyîna sed salan û li dijî asîmlasyonek dijwar heta îro xwe parastiye û hîn jî dijî. Ji nêzî 6 hezar û pênsed zimanê cîhanê, yên ku ji wan bi qasî ji çar hezaran bêtir ji bîr bûne,lê kurdî xwe ji vê azad kiriye. Di zimanan da ya dewlemendîya wan nîþan dide, yek jê jî ewe ku, her tiþtek navêkî xwe yê xas hebe. Ji alî xizna dewlemendîya pevyan û zimanan da ev giring e. Gava mirov ji vê helê de bala xwe dide zimanê kurdî, ev dewlemendî tê xuya kirin. Ji ber ku di kurdî de her tiþtek navekî, heta çend navên xwe yê taybet hene. Gelo ma qey ev taybetî hew di zimanê kurdî tenê de heye ? Bêguman na. Ji xwe sedemekî hebûna zimana ewe ku her tiþt bi navê xwe hebe û ev yek hevbeþîya hemû zinana ye. Lê di gelek ziman de ev qelsî tê dîtin û li dewsa vê ji gotina bêtir, tarîf kirin an jî bi çend pevyan gotin heye. Ger di zimanekî de ji peyvên taybet zêdetir tarîf kirin hebe, mirov nikare bêje ew ziman zêde dewlemend e. Lê zimanê kurdî ji vî alî de pir fire ye. Em hinek mînakên zimanê kurdî û yên din bidin ber hev û ferqa di navbera wan de bibînin.

Wek mînak em li heywanên kedî binerin. Di zimanê kurdî (Kurmancî) de pezê mêþin û bizinî, nêr û mê li gor salên xwe tên binavkirin. Wek navê pezên mêþin yên nêr re: ji berxên ku nuh bûye re dibên berxê virnî, yê çend mehî re berxê hilî tê gotin. Bû yek salî dibe kavir, du salî hogeç, sê salî beran, maz û qert. Yen mê : Berx, gavira mê, berinbîr, bizaþtir û mîhî. Dûra dibe mîha yek, du, sê berî û dûra jî mîha qert. Terþê bizinî jî Nêr : Kar, gîsk, hevûri û nêri. Yên mê : Kar, gîsk, tiþtîr, bizaþtir û bizin. Îcar em di wî alî de wegerin zimanê tirkî. Di tirkî da ajalên biznî da bes oglak (Kar) û geçî (bizin) û di yên meþin kûzû (Kar), koyûn ( Mîh) û Koç (beran) heye. Li gor sala navên din pevda nabin. Her waha heywanê kedî yên mezin, dewar jî, di kurdî da yên nêr û mê li gor salên xwe navên wan hene. Mê : Golik,tane,nogin, mange. Nêr : Golikê nêr, dane, conge, û ga. Deve: arwane (mê), lok (nêr) cidan (2 salî û nêr), mejdî (2 salî û mê) û torim (1 salî).

Heger em li heywanên kovî ji binêrin. Wek Beraz naveki giþti ye. Bi kurmancî navê Beraza mê mahwî yê nêr beraz an xenzir û çêleyên wan jî kudik e. Lê di tirkî da ji navê xas bêtir tarif heye. Berazê nêr, beraza mê û çêlikê berazan dibêjin. Yanê navê taybet tune ne. Bi tarif û ji gotinekê zêdetir bi navkirin heye.

Em hinekî jî li navê kesên ku mirovatî yê jî mêze kin. Di kurdî da ji alî navê malbatên xizm da: jina apê amojin, a xalê xalojin an jinxal, ya bira li gor mêr bûk lî gor jine an qîzê gorim te gotin. Di tirkî da jina apê, xalê, bira û herkesên din her tim yek naveke (Yenge) ye. Di Almanî da jî qîza xalê, apê, metê, xaltîkê her Kuzîn / kuzen e. Le di kurdî da wana her yek navekî xwe yê xas heye û ji hev cûda ne. Wek : pismam, dotmam, bixalti ûhw.

Dîsa em bala xwe bidin ser navê demên xwarinê. Di kurdî da ; xurîni, taþtê, firavîn (Navroj), þîv û paþþîv heye. Di zimanê tirkî da hev navê xwarina sibê cûda ye (Kahvealti)ew jî nayê wateya xwarina sibê, dibe binê qahwê. Yen din ne bi navê xas li gor navê dana tê gotin. Ogle yemegi (xwarina nivroj) û akþam yemegi (xwarina êvarî)

Di zimanê Almanî da jî wisa ye. Bes xwarina sibê (Früschtück) cûda ye. Yên din, ew jî wek tirkî li gor navê danê rojê tên gotin. Mittagessen (xwarina nîvroj) û Abendessen (xwarina êvarê) tê gotin. Yanê navê wan yê xas tune ne.

Wek dawî, mînakek din: Di kurdî da kevir, li gor mezin bûn û þiklên wan têne binavkirin. Yên herî biçûk ber bi mezin: Xîç, þujnik, xilik (pahn, tenik û biçûk), ber (grover), kuç, gome, zinar û taht (mezin û pahn). Li hember vê ne di tirkî ne jî erebî û gelek zimanên dinê da ev nayê dîtin. Dibe ev yek ji ber li kurdistanê kevir pirin navên wan jî zêdene. Herwaha ji bo navê heywanan jî ev mimkun e. ji ber her gel li gor þertê jiyana xwe, xweza û erdnîgarîya welatê xwe heta li gorî rewþa hewa welatê xwe zimanên xwe afirandin e. Lê ev rastî hêr çiqas hebe jî, vaya di derheqê dewlemedîya zimanan da jî nîþanek e.

Dibe ku her zimanek hinek alîye xwe yên qels an jî yên xurt hebin. Lê ger ev qelsî, bi tevayî hebin, tê wê wateyê ku ew ziman ne zêde dewlemed e. An na her zimanek têra gelê xwe dike. Mabesta me ne ew e. Mabest li hember hin kesên ku dixwazin zimanê kurdî wek zimanekî qels an ne ziman rê dibînin, an jî wer dixwaze rê bide hinek bersîv dayîn e. Na xwe em naxwazin zimanê tu gelî biçûk rêdibin. Û dîsa wek armanc min ne xwest ez têkevim nava zimanê kurdî û alîyên wî yên xurt derînim pêþ û yên dina jî terefên qels derxin pêþ. Bi rasti bi tevayî rewþa zimanê kurdî ev e. Dibê ji alî teknîk û teknolijî de ne xurt be û gelek kêmanîyê xwe hene. Lê bi giþtî wek bingeh zimanê kurdî ji ber ku dewlemende, ger derfet û xebat hebe wan kemasîyana jî dikare ji holê bê rakirin û pêþve biçe. Heger zimanê kurdî ne zimanekî gelekî dewlemend bûya, ew zulm û zora li ser, li ser kîjan zimanî biba ya nuha ji zûda ve qedîyaba. Lê kurdî hê dijî û vê her jî bijî…

20.04.2008

Ev nivîs bi giþtî 615 caran hatiye xwendin
Nivîsên Din Ên Nivîskar Bibîne
Vê Nûçeyê

Bide Çapê

Ji Heval re Biþîne

Þîrove Bike

   

Lêpirsîn

We malpera me cawa dît?
gele bas e
bas e
îdar e
xweshê min nêcû
nebas e
Roger Shushari

Hevpeyvîn

Hunermend Bengî Agirî dibêje, pêwîst e hunermendên kurd hespê afirîneriya xwe di meydanên çand û hunera kurdî de bibezînin, ne di kopîkirina hunermendên xelkê de.

Tevger Çekdar