Mîrhem Yigit
Dilþêr Bêwar
Alî Huseîn Kerîm
fevzî Ozmen
A.Kadir Ulumaskan

  09 Rezber 2010

Lê Bigere

Pir Xwendin

Wênedank

16 Kewçêr 2008 01:43

Xewna di Xewnê de

Min di kûrahiya xewa xewna xwe de, xewnek didît.


Kulekên þahîyê di banê dilê min de vedibûn. Tîrêjên hêviyê di nav xwîna rahên laþê min de dipijilîn. Bûtikên(xonçên) dilgeþî û hêviyê di dilê min de dibiþkuvîn…


Welatê min ji bin lingan filitîbû. Aþtî û aramî di navbera gelên herêmê de pêk hatibû. Her çar sînorên mayînkirî ji holê rabûbûn. Çûn û hatin bêpasaport bû…


Wekhevî û biratiyê singê xwe di axê de kuta bûn. Zordestî, serdestî, desthilatdarî û koledarî bidawî bûbûn…


Yekîtî û hevkarî di navbera hemû partî, rêxistin, kom û komeleyan de pêk hatibû. Hemûyan dev ji berjewendiyên xwe yên kesane û partîzane berdabûn, bi hev re, bi rêbazên demokratîk welateke serbixwe û azad ava kiribûn… Hesûdî, nexesî, kîn, buxz, çavnebarî, dijminatî, fesadî, bêbextî, nemerdî, xaîntî, sîxurî, caþtî û tolhildanê cihê xwe ji hêz, rêz, rêzdarî û evînê re hiþtibû.


Zagonên demokratîk hatibûn çêkirin. Dat hatibû rûniþtin, êþkence û tadayî nemabû. Mafên mirovan nedihat binpêkirin… Cûdatî di nav mêr û jinan de nemabû. Tadayî û çewsandin li ser ziman, çand û hunera kêmnetewan tunebû…


Þênî weke mûriyan dixebitî. Aborî û bazirganî geþ bûbû. Herkes bikêf û bextiyar bû. Li herderê dû ji pêxîringen fabrîkan, karxanan û kargehan dikiþiya. Kiþt û kal bi metodên modern pêk dihat… Cudatî di navbera bajar û gundan de nemabû. Av, elektrîk, telefon, rê ketibûn hemû gundan. Bajar, bajarok û gund, ji nû ve ava û bi rêkûpêk bûbûn. Sûk, kolan û kûçe paqij û pûrûpak bûn. Park û baxçeyên zarokan bi gul û çiçekan hatibûn xemilandin. Herderên welat bi rê, þahrê û rêhesinan weke tevnepîrik hatibû hûnandin… Girtîgeh, zindan, padîgan û leþgergeh hilweþiyabûn. Dibistan, xwendegeh, zanîngeh û Zanko li bajar, navçe û gundan hatibû reþandin. Mistewa zanist û zanyariyê bilind bûbû. Çand, wêje û huner geþ bûbû. Fikr û raman serbest û azat bû. Nezanî, xizanî, tazîtî, birçitî, rebenî, stûxwarî û belengazî ji holê rabûbû. Ti kesekê/kî bêmal û bêkar tunebû…


Av û bendav di xizmeta gel de bûn. Dehl, daristan û giya çiya û banî xemilandibûn. Gelî, dol, mesîl û deþt bi kulîlk, gul û gulbendan kemilîbûn. Nêçîr û nêçirvanî qedexe bû. Þêr, keftar, beraz, hirç, gur, rovî, kevroþk, weþeq, kûze, pezkûvî, xezal, ask ji nû ve li çiyan û baniyan bela bûbûn û hurr digeriyan û diçêriyan…


Li zozanan Quling bêtirs diqingiyan. Bilbil, kew, kevok û qumriyan bi dilþadî dixwendin. Qaz û werdekan di çem û golan de bikêf avjenî dikirin… Agirê Kawa di Newrozan de, li ser lûtkên çiyayên azad û li bajarên bêtirs geþû gur dibû.


Xwezî ez bi wan hestên xwe yên nepixî, di vê xewna ku min di xewna xwe de dîtibû, de her tim bimama û hetan û hetayê ti qet hîþyar nebûma!...

Ev nivîs bi giþtî 629 caran hatiye xwendin
Nivîsên Din Ên Nivîskar Bibîne
Vê Nûçeyê

Bide Çapê

Ji Heval re Biþîne

Þîrove Bike

   

Lêpirsîn

We malpera me cawa dît?
gele bas e
bas e
îdar e
xweshê min nêcû
nebas e
Roger Shushari

Hevpeyvîn

Hunermend Bengî Agirî dibêje, pêwîst e hunermendên kurd hespê afirîneriya xwe di meydanên çand û hunera kurdî de bibezînin, ne di kopîkirina hunermendên xelkê de.

Tevger Çekdar