|
Êvareke payîza 2006 an, em çend heval bi navê Komela Çanda Kurd, ji bo civînekî hatibûn vexwendin. Li wê derê nûner û revebirên ji gelek sazîyên sîvîl hebûn. Berya ku barnama civînê dest pê bike, her kesekî digel nasên xwe sohbet dikir in. Ez jî beþdarî sohbeta mirovên çend sazîyan bibûm. Sohbet yekcarî vegerîya li ser pirsgirêka kurd. Hemû mirovên li wê sohbetê rexne û gazincên xwe bi dewleta mêtinger ya tirkan dikir in.
Ji nav wana mirovek hebû. Þêveyekî pir baldarî guhdarî me dikir. Paþê destê xwe dirêjî min kir û got “ez gelekî kêfxwesim ku min hûn naskirin” Ew kesa, serokê Yekîtîya Ukraniyên li Romanyayê bû. Ew bi xwe helbestvanekî pir bi nav û deng e.
Li Romanyayê pir kêmenetew hene û ji wana yek jî Ukranyayî ne. Bi navê wan di parlementoyê de vekîl hene. Ev helbeswana jî vekîlê Ukranyayî bu. Wî li çavên min nihêrî û got; “birayê me yê kurd, em ukranî pir ji hez we kurdan dikin. Numûnên vêna jî pir in” Min, ji ber vê pêþwazîya wî ya germ sîpasdarîya xwe destnîþan kir. Lê wî go, helbesvanekî Ukranî heye û li ser kurdan helbestek nivisandî ye. Navê vê helbestê jî “birayê min ê kurd e”.
Min bi tika li wî kir û ew helbest xwest. Piþtî çend rojan ew helbest ji min re þand. Lê mixabin bi zimanê Ukranî bû. Ez jî wî zimanî nizanim. Paþê min, jê xwest ku ew vê helbestê ji bo min wergerîne bi zimanê romenî. Daxweza min pejirand û go, “piþtî çend rojan ezê ji bo te rêbikim„ Lê belê roj û meh û sal buhurîn ew helbest neghîþte li destê min. Herwisa ji bîrya min jî çûbû.
Vê havînê li deverekê ez rastî mirovekî ji Yekîtîya Ukranîyan hatim. Min pirsa wî helbestvanî kir. Go ew çûye li ser dilovanîya xwe de. Min sersaxî dayê û behsa roja ku ew naskirî kir. Paþê min behsa wê helbestê kir. Meger,rojekî piþtî ku helbestê wergerîne dimir e. Helbest jî di nav wergerê wî de bû ye. Min ew helbest ji wî camêrî xwest û ji romenî wergerand bi kurdî. Herwisa pêskêþî xwandewnên kurd dikim.
BIRAYÊ MIN Ê KURD!
Motto:<<Þer bikin û hûnê serkevin>> - Taras Þevcenko
Her dikevin û dîsa dikevin stêrkên birîndar,
Dîsa bi xwîn digirîn çîyayên berz û bilind.
Di gelîyên kûr de, neçar mane
bêdeshilat in þovînên xwînxwar.
Biparêze hemû gulleyan birayê min
,
Êdî berxik, mêrkujan efûnakin,
Wek bahoz û bagerê li serê wanaxê
Ji bilî vê ti çara te nîne!
Bi gulleyan ve dikarî gel wan biaxifî
ew ne bi tenê dizê mal û mulk in.
Dixwezin nav û zimanê te daqurtînin,
Ger, ew gelê te dabelînin, tu yê jî wundabî.
Ji bo bindestan, qet cara aþîtî nîne:
Ew serdest in, tu jî nokerî
Ma nabînî Xwîna we dimijin
ev dujminên þovîn û bêbext.
Xîyanet dezgirtîyê þermê ye,
Her tiþtî dikin, da ku tu serî biçeminî
Oyy, bira! Baþ biparêze gulleyan
Na bi xwe, tu û gelê te tar û mar in.
Ranazê hêza gir û hêrsê... dê her hebe.
mirov qet caran nabe bawermend;
ta ku, kurahîya dûlêrê daqurtîne
þovînê dawîyê li vê gerdûnê.
Vasyl SYMONENCO
Ev nivîs bi giþtî 543 caran hatiye xwendin
|